HSDê endamên şaneyeke DAIŞê li Reqayê desteser kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – HSDê ragihand, hêzên wê bi hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî operasyoneke ewlehiyê li bajarê Reqayê pêk anî û di encamê de şaneyeke metirsîdar bê bandor kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand, Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) ên girêdayî HSD'ê bi hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî duh 14ê Nîsanê operasyoneke ewlehiyê li bajarê Reqayê pêk anî û şaneyeke terorîst bê bandor kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Wê şaneya çeteyên DAIŞ’ê, plana êrîşeke berfireh li ser Zîndana Reqayê ku çeteyên DAIŞ’ê tê de girtî ne, dikir.”

Da zanîn jî, “Di operasyonê de, mîrê şaneyê Ebid Îd yê bi nasnav Ebî Zehre tê naskirin û 4 çeteyên pê re girtin.

Navenda Ragihandinê ya tekez kir jî, “Hîna rêxistina "DAIŞ’ê" ya terorîst hewl dide xwe vejîne û sûdê ji rewşa aloz a heyî wergire ku rêxistina xwe xurt bike.”

Destnîşan kir jî, “Hêzên me dê di operasyonên xwe yên ewlehî û leşkerî de ji bo derbekirina bingehên rêxistina terorîst, ziwakirina çavkaniyên wan ên madî û manewî de bidomînin.”

Got jî: “Metisiya DAIŞê hîna heye, bi wê re divê hevkariyeke navdewletî û xwecihî ya zêde hebe, ji ber ku ev rêxistin ji rewşa aloz û tevliheviya ewlehî ya li Sûriyeyê firset digire.”

 
Fly Erbil Advertisment