Amerîka zêdetir ji 13 hezar mûşekan dişîne Îsraîlê

Navenda Nûçeyan (K24) – Rojnameyeke Îsraîlê ragihand, Amerîkayê qebûl kiriye ku barhilgirek mezin ji çek û cebilxaneyê bişîne Îsraîlê.

Ev rêkeftina Amerîkayê di demekê de tê, Îsraîl operasyonên xwe yên li Xezzeyê didomîne û amadekariyên êrîşeke muhtemel li ser binkeyên atomî yên Îranê dike, di eger danûstandinên di navbera Washington û Tehranê de bi ser nekevin.

Rojnameya “Yedioth Ahronot” ji zarê du berpirsên Îsraîlî belav kir, ev barê çekên Amerîkî ji zêdetir ji 3 hezar guleyên topan û 10 hezar mûşekên asmanî yên ku di operasyona Xezzeyê de hatine bikaranîn, pêk tê.

Rojnameyê got jî, ev barê çekan, peymana çekên giran a berê bi Îsraîlê re temam dike, piştî ku rêveberiya Serok Donald Trump cemidandina ku ji hêla rêveberiya Joe Biden ve hatibû ferz kirin, rakir.

Di Sibata sala borî de, hikûmeta Amerîkayê peymaneke mezin a çekan pejirand da ku cebilxane, bombe û alavên têkildar bi bihayê 7.41 milyar dolarî bifiroşe Îsraîlê.

Li gorî vê peymanê, Îsraîl dê fonên alîkariya leşkerî ya Amerîkî bikar bîne ji bo kirîna 3 hezar mûşekên Hellfire bi 660 mîlyon dolarî û 2166 bombeyên rêberkirî AGM-114 Hellfire bi heman nirxê bikirin.

Îsraîl dê herweha 2166 bombeyên GBU-39, nêzîkê 13 kîtên rêberiya JDAM ji bombeyên cûrbecûr, 17 hezar û 475 teqemeniyên FMU-152A/B, wekî beşek ji peymanek 6.75 mîlyar dolarî werbigire.