Konsulxaneya Brîtanya: Parêzgehbûna Helebceyê gaveke giring û erênî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Brîtanya bi boneya bi parêzgehbûna Helebceyê, pîrozbahî li xelkê Helebce û Herêma Kurdistanê kir. 

Konsulxaneya Giştî ya Brîtanyayê li Hewlêrê derbarê biryara Parlamentoya Iraqê ya ji bo pejirandina projeyasaya ku Helebce bibe parêzgeh, daxuyaniyek belav kir.

Konsulxaneya Giştî ya Brîtanyayê li Hewlêrê biryara parlementoya Iraqê wekî “gaveke girîng û erênî” binav kir û bi vê boneyê pîrozbahî li xelkê Helebce û Herêma Kurdistanê kir.

Parlamentoya Iraqê duh 14ê Nîsanê di salvegera 37emîn a Enfala li dijî gelê Kurd de, projeyasaya parêzgehkirina Helebceyê bi piraniya dengan pesend kir.

 
Fly Erbil Advertisment