Mesrûr Barzanî pesna peykersazê navdar ê Kurd Şiwan Kemal dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pesna kar û berhemên hunerî yên hunermendê peykersaz Şiwan Kemal dike, ku berhemên wî li gelek welatan hatine berçavkirin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 15.04.2025) pêşwaziya peykersazê navdar ê Kurd Şiwan Kemal kir.
Mesrûr Barzanî destxweşî li berhemên hunerî yên hunermendê navbirî kir, ku li gelek bajarên Herêma Kurdistanê û bajarên welatên Ewropayê û xasma jî yên Almanya û Swêdê hatine berçavkirin.
Hunermend Şiwan Kemal jî spasî û rêzên xwe ji bo piştevaniya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo bizava rewşenbîrî û hunerî diyar kirin.
