ENKS û şandeke Brîtanî pêşhatên dawî yên li Sûriyeyê gotûbêj dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) li bajarê Qamişlo pêşwazî li şandeke Brîtanî kir û pêşhatên dawî yên li Sûriyeyê gotûbêj kirin.
Ragihandina ENKSê belav kir, Desteya Serokatiya ENKSê duh 15ê Nîsanê li bajarê Qamişlo pêşwazî li şandeke Brîtanî kir û hejmarek mijar gotûbêj kirin.
Diyar kir jî, ev serdan di çarçoveya hewlên ji bo pêkanîna aştî û aramiyê li navçeyê de hat û tê de pêşhatên dawî yên li ser qada Sûriyeyê bi giştî û qada kurdî bi taybetî hatin gotûbêjkirin.
Li gorî ENKSê, “Di civînê de behsa giringiya diyaloga kurdî – kurdî û avakirina şandeke hevbeş ji bo nûneratiya gelê kurd di diyaloga ligel desthilatên nû yên Şamê de, hat kirin.”
Di daxuyaniyê de hat gotin jî, “Şanda Brîtanî rola ENKSê û têkoşîna wê ya berdewam ji bo bidestxistina daxwazên gelê kurd li Sûriyeyê bilind nirxand.”