Hewlêr û Tehran tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên dualî dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê tekezî li ser girîngiya pêşxistina têkiliyên dualî li ser bingeha berjewendiyên hevbeş kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 16ê Nîsanê pêşwazî li Cîgirê Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade kir.

Li gorî daxuyaniya Hikûmta Herêma Kurdistanê, di civînê de rewşa giştî ya Iraq û navçeyê û pêşxistina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê de hatin gotûbêjkirin.

Herwiha, her du aliyan tekezî li ser pêşxistina têkiliyên dualî li ser bingeha berjewendiyên hevbeş kirin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, guftûgoyên di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de û girîngiya parastina ewlehî û aramiya navçeyê, beşek din a hevdîtinê bûn.