Amedspor dixwaze di nav 7 tîmên pêşî de cih bigire û bimîne Play-Offê
Navenda Nûçeyan (K24) – Amedspor dê 19ê Nîsanê roja şemiyê li Diyarbekirê bi Çorumsporê re yariyek girîng bileyîze. Amedspor dixwaze derfeta playoffê ji dest nede û derbikeve Lîga Super a Tirkiyeyê.
Tenê 4 yarî mane pêşiya Amedsporê ku lîga îsal bi dawî bibe. Amedspor dixwaze her çar yariyên xwe de bi ser bikeve û lîgê di nava 7 tîmên pêşî de bi dawî bike û piştî turnuvaya playoffê jî derbikeve Lîga Super a Tirkiyeyê.
Di vê çarçoveyê de Amedspor amadekariyên xwe didomîne û rahênanên xwe bin çavdêriya rahêner Servet Çetîn de dike.
Servet Çetîn amaje kir ku wan karîne tevî hemû astengî û pirsgirêkan di nava pêşbaziyê de bimînin û niha jî şansê wan ê playofê berdewam e ku ev yek bo wan girîng û hêja ye.
Servet Çetîn anî zimên ku her yariyekê giringiyeke xwe heye û li her yariyekê bi motîvasyoneke cuda bileyîzin û vê hefteyê roja şemiyê ewê bi heman motîvasyonê derbikevin yariyê.
Amedspor niha di Lîga Yekem a Trendyolê de di rêza 9. de ye û puan wê 51 e. Li gorî rêgezên Federasyona Futbola Tirkiyeyê tîmên dibin yekem û dûyem rasterast derdikevin Lîga Super a Tirkiyeyê û tîmên dibin 3. , 4. , 5. , 6. , 7. Jî dikevin nav pêşbirka Play-off. Ji ber vê yekê jî Amedspor dixwaze herî kêm rêza 7. Bi dest bixe da ku bikaribe tevlî pêşbirka Play-offê bibe.