Gergerlîoglu: Ji bo civîna bi Wezîrê Dadê re dê şûna Sureyya Onder bê dagirtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterê DEM Partiyê Omer Faruk Gergerlîoglu dibêje, “Ji ber nexweşiya Sirri Sureyya Onder ya ji nişka ve, diyar e ku dê di ekîba ku dê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike de, hin kes li şandeyê bê zêdekirin.”

Biryar e şanda DEM Partiyê ya Îmraliyê roja îniyê 18ê Nîsanê Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re bicive. Sirri Sureyya Onder ku endamê Şanda Îmraliyê ya Dem Partiyê û Cîgirê Serokê Perlemana Tirkiyeyê ye, şeva bûrî ji ber kirîza dilî ji bo nexweşxaneyê hat veguhastin û niha li pişka çavdêriya çir e.

Li ser vê yekê Parlamenterê DEM Partî Omer Faruk îro 16ê Nîsanê ji K24ê re got: “Ji ber nexweşiya birêz Sirri Sureyya Onder ya ji nişka ve, diyar e ku dê di şanda ku dê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike de, hin kes li şandeyê bê zêdekirin. Bi Pervîn Buldan xanimê re tekez dê kesek din jî hebe. Ev rewşek awarte ye. 

Ji bo pêvajoya aştiyê aktorekî pir girîng e. Helbet rewşa wî ya tenduristiyê jî nîşan dide ku ev pêvajo ne pêvajoyên sivik û hêsanî ne. Bi gotineke din, em ji Xwedê re ji bo başbûna we dua dikin, Yanê dibe ku dibe ku di bin giraniya pêvajoyê de rewşeke wisa ya tenduristiyê ya girîng derbas kiriye. Ev nîşan dide ku ev pêvajo bi rastî pêvajoyên dijwar û ne hêsan in. Pêvajoyên ku hem di warê madî û hem jî di aliyê manewî de barê mirovan giran dikin. Ez bawer im dê tekez ev prose bi serkeve hêviya min heye.”

 

 
Fly Erbil Advertisment