Yaneya Qadisiye ya Kuweytê spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Yaneya Qadsiya ya Kuweytê spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dike û dibêje, li Dihokê baştirîn serederî û pêşwazî li şandeya yaneya me hat kirin.
Cîgirê Serokê Komîta Rêvebir a Qadsiya Şêx Fehid Telal El-Fehid El-Sebah spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, kurê wî Arîn Barzanî û Parêzgarê Dihokê Dr. Elî Tatar kir, li hember pêşwaziya germ, mêvandostî, hêsankarî û rakirina her astengiyek li pêşiya şandeya tîma Qadisiye, di dema hebûna wan a çend rojên borî de li Dihokê, ku ji bo beşdarbûna di yariya vegerê ya Şampiyonên Kendavê de hatibû .
Şêx Fehid got: “Pêşwaziya baş û comerd a ku ji şandeya tîma me re hatiye kirin, ne tenê fermî bû, lê di heman demê de cemawerî bû jî. Xelkê Dihokê, ciwan û pîr, sembola dilovaniyê û mînaka mêvandarî û serederiya exlaqî ya bilind bûn.”
Şêx Fehid Telal got jî, ev serederî û mêvandarî îspat dike ku werzîş rêya herî baş e ji bo nêzîkkirina miletan û xurtkirina têkiliyên wan ên biratiyê.
Roja Sêşemê, 15ê Nîsana 2025an, Yaneya Dihokê di fînala Kûpaya Kendavê de, pêşwazî li tîma Qadisiye ya Kuweytê kir û bi encama (2 – 1) biser ket û nasnavê vê qehremaniyê bidest xist.