Birêveberê Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî tevlî danûstandinên Îran û Amerîkayê dibe

Navenda Nûçeyan (K24) - Ajansa Reutersê eşkere dike ku, Birêveberê Giştî yê Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî Rafael Grossi ji bo danûstandinên navbera Îran û Amerîkayê li Romayê hatiye vexwandin. Grossi pêştir ragehandibû ku, ji ber ku divê sîstemeke bihêz a çavdêriyê û berçavkirina rastiyan li ser bernameya atomî ya Îranê hebe û ew kar jî tenê bi ajansa navdewletî ya enerjiya atomê bi cih tê.
Ajansa Reutersê ya nûçeyan ji zarê çavkaniyeke diplomasî parve kiriye, “Birêveberê Giştî yê Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî Rafael Grossi ji bo danûstandinên navbera Îran û Amerîkayê ji bo Romayê hatiye vexwandin.”
Rafael Grossi duhî (Çarşem, 16.04.2025) gehiştiye Tehranê û bi Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Êraqçî re civiya, li roja Pêncşemê jî bi Birêveberê Giştî yê Rêkxistina Enerjiya Atomê ya Îranê re hevdîtin û danûstandin kirin.
Grossi pêştir ragehandibû ku, pê baş e tevlî danûstandinên atomî bibe ji ber ku Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî berpirsa pejirandina lihevkirina atomî ya navbera Îran û Amerîkayê ye û her lihevkirineke bê wê bê kirin tenê parçe kaxezek e.”
Navbirî haydarî jî daye, “Îranê mewdayeke zêde bi çêkirina çekê atomî nîne, mewdaya pêdivî ji bo çêkirina çend bombên atomî heye, lê hêşta çekê atomî çê nekiriye.”
Biryar e gera duyê ya rûniştina Îran û Amerîkayê ji bo darêtina çarçoveya danûstandinên wan li roja Şemiyê (19.04.2025) li Romaya Îtalyayê bê lidarxistin.