Trump: Bijardeya min a duyê ji bo Îranê baş nabe

Donald Trump
Donald Trump

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê dibêje, “Ez ji bo kiryara serbazî li ser dezgehên atomî yên Îranê lezê nakim, ji ber ku bijardeya yekê danûstandin in lê bijardeya duyê ji bo Îranê baş nabe.”

Rojnameya New York Timesê parve kiriye, “Trump berpirsên Israîlê haydar kirine ku, piştevaniya çi kiryareke serbazî û êrîşekê li ser Îranê an dezgehên atomî yên wî welatî nake.” Herwesa ragehandiye ku, di vê qonaxê de dest ji vê bijardeyê berdane.

Li dû wê rojnameyê, Trump li wê bawerê ye ku derfeteke baş li ber Îranê heye ji bo ku bibe welatekî giring û bibandor, lewma jî di vê qonaxê de danûstandin bijardeya Trump a yekê ye.

Trump ji berpirsên Israîlê re gotiye, “Danûstandin bijardeya min a yekê ye, ji ber ku bijardeya duyê ji bo Îranê gelek xirab e, lewma ez li wê bawerê me ku merema Îranê danûstandin in û ez hêvîdar im danûstandinan bike.”

Ew raporta rojnameya New York Timesê di demekê de ye ku, biryar e li roja Şemiya bê (19.04.2025) gera duyê ya danûstandinên Îran û Amerîkayê bi amadebûna Birêveberê Giştî yê Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî li Romaya paytexta Îtalyayê bê lidarxistin. Gera yekê ya danûstandinan li roja Şemiya borî li Mesqetê hat lidarxistin.

 
Fly Erbil Advertisment