New York Times: Amerîka bi sedan serbazan ji Rojavayê Kurdistanê vedikêşe

Navenda Nûçeyan (K24) - Li dû nûçeyeke rojnameya New York Timesê, Wîlayetên Hevgirtî yên Amerîkayê dest bi vekêşana bi sedan serbazan ji Rojavayê Kurdistanê kiriye.

Du berpirsên bilind ên serbazî yên Amerîkayê ji rojnameya New York Timesê re ragehandiye, “Ji heşt bingehên serbazî yên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê, sê bingeh hatine valakirin û hêza serbazî ya Amerîkayê ji 2000 serbazan bo 1400 serbazan hatiye kêmkirin.”

Yek ji wan berpirsan eşkere jî kir ku, hin ji fermandarên Amerîkayî pêşniyara wê yekê kiriye ku 500 serbazên Amerîkayê li Sûriyeyê bimînin.

Di wê nûçeyê de amaje jî hatiye dan, “Ev demek e Serokê Amerîkayê Donald Trump niyet heye ku hêzên xwe ji Sûriyeyê vekêşe. Ew vekêşana duhî (Pêncşem, 17.04.2025) li ser pêşniyara çend fermandarên Amerîkayê bû, ku ji aliyê Pentagon û CENTCOMê ve hatiye pejirandin.”

Wan berpirsên Amerîkayî eşkere jî kiriye ku, Waşinton dê li ser meşqkirina serbazî bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) berdewam be, ji bo berhingarbûna metirsiyên serhildana DAIŞê li Sûriyeyê.

Ev vekêşana hêzên Amerîkayê ji Rojavayê Kurdistanê di demekê de ye ku, di dema borî de du karwanên alîkariyên serbazî şandine bingehên xwe yên serbazî.

Wekî ku Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan eşkere kiribû, Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê karwanekî din ê alîkariyên serbazî û lojistî, ku ji 32 barhilgiran pêk hatibû, di deriyê Welîdê re gehand Rojavayê Kurdistanê.

Wekî ku hatiye parvekirin, ew karwanê serbazî yê hevpeymanan ji bo bingeheke serbazî ya Amerîkayê li parêzgeha Rimêlanê hatiye veguhastin.

Rewangeha Sûriyeyî amaje jî dabû, “Tenê di heftiyekê de, Hevpeymaniya Navdewletî du caran alîkariyên serbazî şandine Rojavayê Kurdistanê.”

Herwesa dibêje, “Wê hevpeymaniyê li roja 08ê vê mehê 20 barhilgirên din ên serbazî şandine Rojavayê Kurdistanê û li bingeha Qesrokê ya derdora Hesekeyê binecih kirine.”

 
Fly Erbil Advertisment