Êrîşên Amerîkayê bendereke Yemenê wêran kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Artêşa Amerîkayê radigehîne ku, hêzên wan benderê petrolê yê Reis Îsayê li rojavayê Yemenê wêran kiriye. Ev jî di çarçoveya helmeta qutkirina pêdivîtiyan û peredanê ji bo komên Hûsiyan de ye, ku ji aliyê Îranê ve tên piştevanîkirin.
Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) li ser tora civakî ya Xê parve kiriye, “Hêzên Amerîkayê êrîş kiriye ser wê benderê, ji ber ku ew bender çavkaniya piştevanî û pêdivîtiyên wan e.”
Di wê ragehandina Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîkayê de hatiye, Hûsî û berpirsên Îranê û yên ku piştevaniya wan dikin û bi merem piştevaniya kiryarên terorsitî dikin, divê bên haydarkirin ku cîhan bi qaçaxî sotemenî û keresteyên şerî ji bo rêkxistineke terorsitî qebûl nake.
Medyayên girêdayî Hûsiyan parve kiriye ku, di encamê êrîşên asmanî yên Amerîkayê li ser benderê petrolê yê Reis Îsayê li rojavayê Yemenê de, 38 kes hatine kuştin û zêdetirî 100 kesên din jî birîndar bûne.
Medyayên Hûsiyan herwesa parve kiriye ku, kuştî û birîndar karmend û karkerên wê benderê ne.
Pêştir jî artêşa Amerîkayê ragehandibû, “Hêzên Amerîkayê Benderê Reis Îsayê wêran kiriye, ev jî di çarçoveya helmeta qutkirina pêdivîtiyan û peredanê ji bo komên Hûsiyan de ye, ku ji aliyê Îranê ve tên piştevanîkirin.”
Yemen her roj rû bi rûyî êrîşên asmanî yên Amerîkayê dibe, ku merem jê nehêlana jêrxaneya Hûsiyan e. Amerîkayê li roja 15ê Adarê li dijî wê komê dest bi van êrşên asmanî kiriye, bi merema rawestandina êrîşên wan li ser keştiyên Deryaya Sor û kendavê Edenê.