Rapirsî: CHP ji bo hilbijartinên parlemento û serokomariyê li pêş e
Diyarbekir (K24) – Li gorî rapirsiyekê, dengên AK Partî, Dem Partî û MHPê di kêmbûnê de ne û dengên CHP di zêdebunê de ne, CHPyî di wê baweriyê de ne ku yên ne CHPyî ne jî ji neçarî êdî berê xwe didin CHPê, beşek şîrovekaran jî dibêjin rapirsî ji rastiyê dur in û ne bêalî ne ku ji xwe dema ku pêvajoya çareseriyê ser bikeve dê aborî jî baş bibe û dê ev yek rasterast bandorê li hevsengiyên siyasî bike.
Li gorî rapirsiya ji aliyê Navenda Lêkolînên Bandora Civakî ve hatiye kirin CHP bi denge %30,7 rêza yekem de ye, AK Partî bi %27,6 rêza dûyem de ye. Ya balkêş ew e ku rêjeya denge bêbiryaran %20 e. Li gorî rapirsiyê denge DemPartî %6, denge MHP jî %4,9 e û dema dema dengên bêbiryaran bi awayeke wekhev nav partiyan de tê belavkirin CHP %38,4, AkPartî %34, 5, DemPartî %7,5, MHP jî dibe %6,1. CHPyî dibêjin sedema zêdebuna dengên CHPê ew e ku êdî kesên ne CHPyî ne jî hêviya ji neçarî bi CHPê ve gire didin.
Serokê Rêxistina CHPê yê Yenîşehîrê Şêxmus Daghan ji K24ê re got: “Kesên ku derveyî CHPê ne jî ji neçarî deng didin CHPê ji ber ku ji bilî CHPê alternatîfek din nabînin, CHP ji helwesta xwe paşve gav neavêje, dê dengên wê zêdetir jî bibe.”
Şîrovekarên siyasî jî dibêjin rapirsiyên wisa hem bo bangeşiyê tên bikaranîn û hem jî ji ber ku di nêz de hilbijartinek nîne ji rastiyê dûr in. Şîrovekar amaje dikin ku ji ber rewşa aboriyê welatî bi gilî ne lê dema hilbijartin nêz dibin biryarên xwe ji nu ve ji ber çav derbas dikin.
Şîrovekarê siyasî Muhammed Dara Akar dibêje: “Carnan millet ji ber sedemên aborîyê û civakî ji desthilatê aciz dibin lê dema sendoq werin danîn dîsa denge xwe didin desthilatê, 2023 û 2018an de jî wisa çêbu ku rapirsiyan de deng nêzî hev bun lê dengên xwe dan Recep Tayyîp Erdogan.”
Şîrovekar dibêjin rapirsiyên derveyî pêvajoyên hilbijartinan de tên kirin encamên teqez nîşan nadin û eger pêvajoya çareseriyê ser bikeve û bi vê yekê ve girêdayî aborî baş bibe ev yek dê encamên rapirsiyan jî bide guherîn.