Mesrûr Barzanî û Ednan El-Zirofî pêşhatên Iraq û navçeyê gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 21ê Nîsanê pêşwazî li Sekreterê Giştî yê Tevgera El Wefa ya Iraqê Ednan El-Zirofî kir.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de rewşa dawî ya Iraq û navçeyê û têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de hatin gotûbêjkirin.
Di mijareke din de, guftûgo derbarê amadekariyên hilbijartinên parlementoyê yên ku dê di Mijdara îsal de werin lidarxistin, hat kirin.