Mesrûr Barzanî û Xemîs Xencer pirsa hilbijartinên Parlamentoya Iraqê gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê Hevpeymaniya Siyade rewşa giştî ya Iraqê û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de gotûbêj dikin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 23ê Nîsanê pêşwazî li Serokê hevpeymaniya Siyade Xemîs Xencer kir.
Di hevdîtinê de, rewşa giştî ya Iraqê û girîngiya pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de hatin gotûbêjkirin.
Herdu aliyan behsa amadekariyên dawî yên hilbijartinên parlementoya Iraqê, ku biryar e di Mijdara îsal de werin lidarxistin, kirin.