Sam Brownback pirsa pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê bilind dinirxîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 23ê Nîsanê pêşwazî li senatorê berê yê Amerîkayê û Hakimê Kansasê Sam Brownback û şanda pê re kir, ku ji bo beşdarbûna di Roja Nimêja Niştimanî de serdana Herêma Kurdistanê kiribûn.

Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Brownback pêkvejiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyan cuda û azadiya olî li Herêma Kurdistanê bilind nirxand û Roja Nimêja Niştimanî li Kurdistanê wekî destpêşxeriyeke bêhempa û girîng binav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê her tim navenda pêkvejiyana ol û pêkhateyên cuda bûye û pabend e bi parastin û pêşxistina vê çandê û aştî û yekîtîya di navbera hemû pêkhateyan de.