Dihok: Ji ber tozê hejmarek zarok tûşî bêhntengiyê bûne
Navenda Nûçeyan (K24) – Pisporê nexweşiyên zarokan li nexweşxaneya Dihokê Dr. Xalid Husên ji K24 re got, her gava toz dibare, welatiyên ku nexweşiya rebo bi wan re heye, bêhna wan teng dibe û serdana nexweşxaneyê dikin.
Dr. Xalid da zanîn, ji şeva borî ve, nêzîkî 60 zarokan ji ber bêhntengiyê gihîştine nexweşxaneyê, hinan ji wan çareserî wergirtin vegeriyan, lê 21 kes li nexweşxaneyê mane.
Herwiha got, toz hin bakterî û vîrus tê de hene ku dikevin sîngê zarokan û dibin sedema alerjiyê, nemaze zarokên ku rebo bi wan re heye, divê di bin çavdêriya pisporekî de bimînin.
Berpirsa Rêveberiya Nexweşxaneya Rojava ya Hewlêrê Awara Mihemed jî ji K24ê re got: “Li nexweşxaneya me ti rewşên tengnefesiyê nehatine tomar kirin.”
Ji şeva borî ve, tozê bandor li ser piraniya navçeyê Herêma Kurdistanê kiriye. Li gorî pêşbîniyan, bandora tozê dê îro û sibe jî berdewam be.