Tirkiye: Em ji nêz ve çavdêriya radestkirina bendava Tişrînê bo Şamê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Hin çavkanî ji Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê amajeyê didin ku, bi Şamê re li ser damezrandina Navenda Operasyonên Hevpar li hev kiriye.
Hin çavkaniyan ji Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê îro (Pêncşem, 24.04.2025) parve kiriye ku, ji nêz ve çavdêriya radestkirina bendava Tişrînê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bo Şamê dikin.
Wan çavkaniyên Tirkiyeyê amaje jî daye, “Tirkiyeyê bi Şamê re li hev kiriye ku, Navenda Operasyonên Hevpar li Sûriyeyê damezrînin.”
Çavkaniyan herwesa gotiye, “Alîkariyên Tirkiyeyê bi Hikûmeta Sûriyeyê ya nû re balê dikêşin ser rûbirûbûna terorê û berî hemiyan jî rêkxistina DAIŞê.”
Çavkaniyekê ji Rêveberiya Xweser li roja Pêncşemê (10.04.2025) ji medyayan re got ku, rêveberiya wan û Hikûmeta Sûriyeyê li ser birêvebirina bendava Tişrînê bi awayekî hevpar li hev kir.
Wê çavkaniya herwesa gotibû ku, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi temamî xwe ji devera bendavê vekêşe û birêvebirina wê bikeve destê hêzên ewlehiya giştî ya desthilatdariya nû ya Şamê.
Çavkaniya jêgotî amaje jî dabû ku, ev lihevkirin pareke bicihanîna lihevkirina navbera Serokê Sûriyeyê yê demkî Ehmed Şera û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ye, ku li roja 11ê Adara borî hat îmzakirin.