Li Yemenê heft dronên Amerîkayî bi bihayê 200 milyon dolaran hatine êxistin

Navenda Nûçeyan (K24) - Amerîka ji meha borî ve li ser êrîşên xwe yên asmanî bo ser pêgehên Hûsiyan li Yemenê berdewam e.

Li dû nûçeyeke ajansa Associated Pressê, berpirsên serbazî îro (În, 25.04.2025) ragehand, “Di dema şeş heftiyan de, heft dronên Amerîkayî (Ripper) ku bihayê wan zêdetirî 200 milyon dolaran e hatine êxistin.”

Her wê nûçeyê amaje jî daye, “Sê ji wan dronan di heftiya borî de hatine êxistin.”

Ev jî wê yekê diyar dike ku şiyanên Hûsiyan ji bo armanckirina wan dronên ku li asmanê Yemenê difirin baştir bûne. Wan dronan geştên êrîşbirinê yan jî erkê çavdêriyê kirine û hatine pûçkirin.

Herwesa berpirsekî din ê bergiriyê jî amaje da ku, sedema windakirina wan dronan Hûsî ne û lêkolîn jî di wî warî de tên kirin.

Ev cûnê dronan ji aliyê kompaniya “General Atomic”ê ve hatine çêkirin, bihayê her yek ji wan nêzî 30 milyon dolaran e û bi awayekî asayî li bilindahiya 12 hezar û 100 metran difirin.

Amerîkayê ji 15ê Adarê ve êrîşên xwe li ser Hûsiyan zêdetir kirine û her roj berdewam in, ew jî bi fermana Serokê Amerîkayê Donald Trump.

Ji destpêka vê bizava nû heta niha, Amerîkayê zêdetirî 750 caran êrîş kiriye ser pêgehên Hûsiyan.

 
 
Fly Erbil Advertisment