Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Konferansa Ragihandina Yekhelwestiya Kurd li Rojavayê Kurdistanê, bi piştgiriya Serok Barzanî û aliyên navdewletî tê lidarxistin.
Bi beşdariya nêzîkî 50 partiyên siyasî yên Kurd ji Rojavayê Kurdistanê, îro 26ê Nîsana 2025an, demjimêr 10:00 Konferansa Yekhelwestiya Kurd li bajarê Qamişloyê birêve diçe.
Aliyên beşdar, partiyên di nav Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Rêveberiya Xweser û du partiyên din in. Herwiha nêzîkî 300 kesayetî beşdarî konferansê dibin.
Şandeyê K24ê bo Qamişlo Sîpan Xelîl da zanîn, ji bilî navçeyên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê, kesayetiyên ji Heleb, Şam, Izaz, Hema û Babê jî beşdar dibin.
Li gorî zanyariyan, Armanc ji vê konferansê ragihandina yekhelwestiya Kurd û avakirina şandeyeke hevpar a Kurdî ye, ji bo danûstandina li gel hikûmeta nû ya Sûriyeyê û misogerkirina mafên gelê Kurd.
Herwiha, ji Herêma Kurdistanê Nûnerê Serok Barzanî, Dr. Hemîd Derbendî jî beşdarî konferansê dibe û biryar e şandeyeke Herêma Kurdistanê û şandeyek ji partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê jî beşdarî konferansê bibe.
Endamê Komîteya Amadekar a Konferansê Ebdulwehab Xelîl ji K24ê re got: “Îro ji bo me rojeke dîrokî ye ku li bajarê Qamişlo konferanseke wiha tê lidarxistin. Dê şande ji her çar parçeyên Kurdistanê tê de amade bibin. Herwiha dê nûnerên civaka sivîl, nûnerên ciwanan nûnerên jin di konferansê de amade bibin, ta ku em bigihin yekhelwesat navmala Kurdî.”
Da zanîn jî: “Di konferansê de, dê Komîteya Amadekar, aliyên siyasî û civaka sivîl guftûgo li ser reşnivîsekê ku tê de li pirsên mafên Kurdan li ser asta neteweyî, li ser niştimanî û Kurd di Sûriyeyê de çi dixwazin bikin, çawa emê zimanê Kurdî û mafên xwe yên Kurdî di destûra Sûriyeyê de biparêzin.”