Şoreş Îsmaîl: Alîkariyên Hevpeymanan ji bo Pêşmergeyan berdewam in

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl îro (Duşem, 28.04.2025) ji K24ê re ragehand, “Hevgirtina hêzên Pêşmergeyan di kabîneya bê de temam dibe, û biryar wesa ye û îradeyeke cidî jî heye ji hemî aliyan ve ku ev hêz bibe hêzeke hevgirtî ya niştîmanî.”
Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa got, “Ji bo bergiriya asmanî, pêngavên cidî hatine avêtin.”
Şoreş Îsmaîl amaje jî da, “Alîkariyên hevpeymanan berdewam in û me çi arêşeyeke wesa nebihîstiye ku arêşe di alîkariyan de hebin, dikeve ser wê yekê ku hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û Wezareta Pêşmerge li ser piroseya çaksaziyê berdewam bin û pêngavên cidî ji bo hevgirtina hêzên Pêşmergeyan wek hêzeke hevgirtî ya niştîmanî bin.”
Navbirî herwesa tekez jî kir, “Ez wesa difikirim ku ev yek şiyaneke wesa dide hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û piştevaniyeke zêdetir ji bo hêzên Pêşmergeyan ji hemî aliyan ve tên dabînkirin.”
Wezîrê Pêşmerge eşkere jî kir, “Biryar hatiye dan ku ew 138 hezar Pêşmerge bibin 11 firqe, ew 11 firqe jî du hêzên piştevaniyê yên yek û du ne, herwesa du fermandeyên devera serbazî pêk tîne.”