Erdogan: Zêdetir ji 200 hezar penaber vegeriyane Sûriyeyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyeyê ragihand, piştî ketina rejîma Esed di 8ê Berçileya 2024an ve, zêdetir ji 200 hezar penaber vegeriyane Sûriyeyê.
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro 28ê Nîsanê di panêla Wezareta Navxwe ya derbarî koçberan de axivî û got, li Tirkiyeyê bi giştî 4 milyon û 33 hezar koçber hene û ew têkoşîna xwe ya dijî koça bi qaçaxî û qaçaxcîtiya koçberan piştguh nakxin.
Diyar kir jî, di du salên dawî de derbasbûna 270 koçberan hatiye astengkirin û 263 hezar koçberên neyasayî hatine dersînorkirin. Bi tometa qaçaxiya mirovan jî 23 hezar û 780 kes hatine girtin.”
Erdogan got jî: “Ji 9ê Berçileyê ve, ji Tirkiyeyê zêdetirî 200 hezar koçber vegeriyane Sûriyeyê ku bi giştî ev hejmara giştî ya penaberên ku vegeriyane, gihiştiye 931 hezar û 450 kesan.