Şandeyek “Free Burma Rangers” serdana Bendava Tişrînê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeyek Rêxistina “Free Burma Rangers” a Amerîkayî serdana Bendava Tişrînê kir, da ku rewşa bendavê bi şopîne û alîkariyên tundirstî pêşkêşî birîndaran bike.

Medyaya ser bi Rêveberiya Xweser belav kir, ji bo şopandina rewşa li Bendava Tişrînê û zirarên ji ber êrişên dewleta Tirkiyeyê û çeteyên wê li benavê bûne, her wiha ji bo pêşkêşkirina alîkariyên tundirstî ji birîndaran re, şandeyek Rêxistina "Free Burma Rangers" ya Amerîkî û mirovî serdana bendavê kir. Cara yekemîn e ev rêxistin serdana bendavê dike.

Rêxistina “Free Burma Rangers” rêxistineke Amerîkî û mirovî ye, li herêmên şer kar dike, girîngiyê dide pêşkêşkirina alîkariyên mirovî ji sivîlên zirar ji ber şer û pevçûnan dîtine. 

Armanca ji avakirina rêxistinê ew e ku piştgiriya civakên ku êşan ji ber şerê çekdarî dikişînin, alîkariyên tibî pêşkêş bike, birînaran veguhêzin û binpêkirinên mirovî belge bikin.

Ev rêxistin li hermên cuda yên seranserî cîhanê, di nav de Rojavayê Kurdistanê dixebite. Di êrişên 2019’an ên artêşa Tirkiyeyê û çeteyên wê li dijî bajarê Serêkaniyê de endamên rêxistinê şehîd û birîndar bûn, her wiha alîkarî pêşkêşî koçberên Efrîn û Şehba û Serêkaniyê kirin.

 

 
Fly Erbil Advertisment