Amerîkayê 7 êrîşên asmanî li ser çeperên Hûsiyan li Senayê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyên Amerîkayê heft êrîşên asmanî li ser çeperên Hûsiyan li Senayê kirin, ji wan çar li ser leşkergeha Biraş Nuqum bûn.

Li gorî kenala“Al-Arebiye” firokeyên Amerîkayê di sê êrîşan de depoyên çekan ên Hûsiyan li Herf Sufyan a li parêzgeha Amranê jî kirin armanc.

Ji meha Adarê ve, êrîşên asmanî yên Amerîkayê li dijî Hûsiyên Yemenê her roj berdewam dikin.

Ji destpêka şerê Hemas û Îsraîlê li Xezzeyê, piştî êrîşa Hamasê ya di 7ê Cotmeha 2023an de, Hûsiyan bi dehan êrîş li dijî gemiyên li Deryaya Sor pêk anîne, ku ew dibêjin girêdayî Îsraîlê ne.

Amerîkayê jî ji bo rawestandina êrişên Hûsiyan li ser keştiyên li Deryaya Sor û Kendava Adenê, di 15ê Adara 2025an de operasyoneke leşkerî li dijî Hûsiyên Yemenê da destpêkirin.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê piştrast kir ku hêzên wê ji nîvê Adarê ve li zêdetirî 800 armanc li Yemenê dane û bi sedan çekdarên Hûsiyan kuştine.

 
Fly Erbil Advertisment