Li Stenbolê berî 1ê Gulanê 76 kes hatin binçavkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Stenbolê, bi hinceta bergiriyên li hember Yekê Gulanê, 76 kes hatin binçavkirin.
Bi fermana Serdozgeriya Stenbolê, beriya yekê Gulanê, Cejna Karkeran a Cîhanî, li dijî rêxistinên çepgir yên Tirkiyeyê operasyoneke berfireh hate kirin.
Serdozgeriya Stenbolê ragihand, kesên hatine binçavkirin, bi mebesta Yekê Gulanê, banga xwepêşandanan kirine, endamên rêxistinên neyasayî ne û xwestine bo bangeşeya xwe bikar bînin.
Serdozgeriya Stenbolê, di vê arasteyê de biryara binçavkirina 84 kesan da û di encamê operasyonan de 76 kes hatin binçavkirin.