Tûncer Bakirhan: Cîhan ji qonaxeke hestyar derbaz dibe

Tûncer Bakirhan
Tûncer Bakirhan

Diyarbekir (K24) - Tûncer Bakirhan li Diyarbekirê di civîna bi ciwanan re hatî lidarxistin de, ji bo banga Abdullah Oacalan a di 27ê Sibatê de hatî kirin, piştgirî xwest û amaje kir ku divê ew bang baş were famkirin û baş were belavkirin û banga aştiyek civakî kir.

Hevserokê DemPartiyê Tûncer Bakirhan li Diyarbekirê di hola Şanoya Bajêr de bi ciwanan re tevlî panêla hevdîtina bi ciwanan re bû. Panela ji aliyê Hevgirtina Xwendekarên Azad a Dîcleyê ve hatî lidarxistin de banga Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê hat nirxandin. Dirûşma panêlê jî “Tevlî wê bibe, nîqaş bike û bide guherîn ku demokrasî bi te tê guherîn” bû.

Tûncer Bakirhan di axaftina vekirinê de bal kêşand ser banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk û bang kir ku, piştgiriya wê bangê were kirin û amaje kir ku divê aştî bibe aştiyeke civakî.

Bakirhan amaje kir ku hem di Rojhilata navîn de hem di qada navneteweyî de hevsengî tên guherîn û zirhêzên cîhanî ji bo ku çavkaniyên enerjiyê bi dest bixin û ji bo ku rêyên bazirganiyê têxin bin kontrola xwe şer derdixin holê.

Bakirhan bo rewşa navxweyî jî amaje kir, ku ew dixwazin pergala yekparêz ji holê rabe û pergalek piralî ya ku bawerî û nêrîn bi awayeke wekhev tê de bijîn were avakirin.

Hevserokê DemPartî Tûncer Bakirhan demjimêr 18.00ê jî tevlî civînekê bi navê “Aktor û Dînamîkên Pêvajoya Çareseriyê” bû. Di vê civînê de jî piştî axaftina vekirinê ya Tûncer Bakirhan civîn bi awayeke ji çapemeniyê re girtî dom kir.

Di civînê de rewşa dawî ya pêvajoya çareseriyê hat nîqaşkirin û nêrîn, pêşniyar û pêşdîtinên aliyên beşdar hatin parvekirin.