Stenbol: Ji ber çalakiyên Roja Karkeran piraniya rêyan hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Stenbolê îro 1ê Gulanê, Roja Karkerên Cîhanê, ji bo pêşî li kombûn û xwepêşandanên karkeran bê girtin, piraniya rêyên sereke hatin girtin.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, hemû rêyên ku diçin meydana Teqsîmê hatine girtin. Herwiha hat eşkerekirin ku li navçeyên wekî Teqsîm, Beşîktaş û Şîşliyê, tedbîrên ewlehiyê gihiştine asta herî bilind.

Li Tirkiyeyê her sal di 1ê Gulanê de, karker û sendîka li gelek qad û meydanan kom dibin û daxwaz û mafên xwe tînin ziman. Lê belê, desthilatdar bi hinceta ewlehiyê gelek caran rê li ber kombûnên li cihên navendî yên wekî Qada Teqsîmê digirin.

Girtina rêyan û zêdekirina tedbîrên ewlehiyê bûye sedema astengiyan di çûnûhatina welatiyan de li gelek beşên Stenbolê.

1ê Gulanê wekî Roja Karkerên Cîhanê tê naskirin û li gelek welatan, bi taybetî li Tirkiyeyê, bi xwepêşandan û çalakiyên sendîkayan û karkeran tê bibîranîn. Qada Teqsîmê li Stenbolê ji bo van çalakiyan xwedî girîngiyeke dîrokî û sembolîk e. Bi taybetî piştî bûyera 1ê Gulana 1977an ku wek '1ê Gulana Xwînî' tê zanîn û tê de di encama gulebaranê de bi dehan kes hatin kuştin û bi sedan kes birîndar bûn, ev qad bûye sembola têkoşîna karkeran û daxwaza mafan. 

Ji ber vê yekê, desthilatdarên Tirkiyeyê bi gelemperî di 1ê Gulanê de rê nadin çalakiyan li Qada Teqsîmê û tedbîrên tund ên ewlehiyê werdigirin, ku ev yek gelek caran dibe sedema alozî û pevçûnan di navbera xwepêşander û polîsan de. 

 

 
Fly Erbil Advertisment