Nêçîrvan Barzani: Em piştgiriyê didin mafên karkeran û daxwazên wan ên rewa

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya Roja Karkeran a Cîhanî a peyamek weşand û tê de ragihand, “Em li Herêma Kurdistanê piştgiriyê didin mafên karkeran û daxwazên wan ên rewa.”

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê:

“Bi helkeftina 1ê Gulanê, Cejna Cîhanî ya Karkeran, germtirîn pîrozbahiyê li hemû karkerên Kurdistanê, Îraqê û cîhanê û rêxistinên wan dikim. Ked û xebat û westiyana wan ya ji bo avakirin û nûjenkirinê û beşdariya wan a çalak û bingehîn ya pêşxistin û geşbûna welat, bilind dinirxînim.

Em dîsa piştgiriya xwe ya ji bo hemû mafên karkeran û daxwazên wan ên rewa li Herêma Kurdistanê dubare dikin, herwiha pêwîstiya misogerkirina jîngeheke kar a bi ewle û pêkanîna dadmendiyê di derfetên kar de û rêkxistina têkiliyên navbera karkeran û xwediyên kar li ser bingehekê tekez dikin ku rûmeta karkeran biparêze û debar û jiyana wan garantî bike.

Her di vê helkeftê de, em bi rêzdarî hemû wan karkeran bi bîr tînin ên ku di dema kar de jiyana xwe ji dest dane û silavan li malbat û kesûkarên wan dikin. Em tekez dikin ku aliyên têkildar divê çavdêriya malbatên wan bikin û çi piştevanî û alîkariya pêwîst e, ji wan re bête kirin.

Hêviya bêhnvedaneke aram û tena ji hemû karkeran re û serkeftina hewl û tekoşîna wan ya ji bo misogerkirina mafên wan dixwazim.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
1ê Gulana 2025

 
Fly Erbil Advertisment