PWK: 1ê Gulanê li hemû karker û kedkarên cîhanê pîroz be

Navenda Nûçeyan (K24) – Partîya Welatparêzanê Kurdîstanî (PWK) îro 1ê Gulanê peyamek bi boneya Roja Karkeran a Cîhanî weşand û tê de got: “Karker û kedkarên Kurdistanê, ji alîyekî ve ji mafên xwe yên netewî û demokratîk bêpar in, ji alîyekî jî rû bi rûyî hejarî û bêkarîyê ne.
Peyama Buroya Çapemenî ya PWKê:
1ê Gulanê li hemû karker û kedkarên cîhanê pîroz be
1ê Gulanê roja yekitî, piştgirî û têkoşînê ya karker û kedkarên cîhanê ye.
Karker û kedkarên Kurdistanê, ji alîyekî ve ji mafên xwe yên netewî û demokratîk bêpar in, ji alîyekî jî rû bi rûyî hejarî û bêkarîyê ne.
Jiber vê rastîyê jî, karker û kedkarên Kurdistanê, têkoşîna xwe ya jibo bidestxistina mafên aborîyê, têkoşîna jibo jîyaneke birûmet û mirovane, têkoşîna jibo azadî, demokrasî û wekhevîyê, divê li gel têkoşîna azadî û rizgarîya Kurdistanê bimeşînin.
Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), bi şîara ‘’Azadî ji bo Kurdistanê, Azadî li Kurdistanê’’, ji bo Kurdistaneke azad a ku edaleta civakî û jîyaneke mirovane lê bicîh bibe xebat û têkoşînê dimeşîne.
Di roja yekitî, piştgirî û têkoşînê ya karker û kedkarên cîhanê de, em 1ê gulana karker û kedkarên Kurdistanê û yên cîhanê pîroz dikin.