Ji meha Adarê heta îro zêdetirî du hezar kesan li Xezzeyê hatine kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) - Hejamra wan Filistîniyên ku ji 07ê Cotmeha 2023ê heta niha ji ber êrîşên Israîlê li Xezzeyê hatine kuştin gehiştiye 52 hezar û 418 kesan, hejmara birîndaran jî gehiştiye 118 hezar û 91 kesan.
Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê li Xezzeyê di ragehandinekê de dawî amara qurbaniyên kertê Xezzeyê parve kir û ragehand, “Tenê di 24 seetên borî de, 18 Filistînî ji ber êrîşên Israîlê li deverên cuda cuda yên Xezzeyê hatine kuştin û 77 Filistînî jî birîndar bûne.”
Her di wê ragehandinê de hatiye, “Hejmara Kuştiyên Filistînê ji 18ê meha Adara îsal heta niha di êrîşên Israîlê de gehiştiye du hezar û 326 kesan, hejmara birîndaran jî gehiştiye şeş hezar û 50 kesan.”
Serokwezîrê Qeterê Şêx Mihemed Bin Ebdirehman Bin Casim Sanî li roja 27ê Nîsana îsal di konferanseke rojnamevanî de ragehand, “Di civîna li Dewheyê ya Pêncşema borî de, ya bi Serokê Dezgeha Hewalgiriya Israîlê Mossadê David Barnia re, li ser rawestandina şerê Xezzeyê hin pêşveçûn hebûn.”
Serokwezîrê Qeterê herwesa got, “Pirsyara wê yekê ka ev şer çawa bidawî tê kilîla destpêkirina hemî danûstandinan e.”