Netanyahu: Me armancek li nêzî Koçka Serokatiya Sûriyeyê bombebaran kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Israîlê radigehîne ku, Israîlê êrîş kiriye ser armancekê li nêzî Koçka Serokatiya Sûriyeyê li Şamê, ew jî pêxemetî parastina kêmaniya Dirûzan li Sûriyeyê.
Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu serê sibeha îro (02.05.2025) di beyannmeyeke hepar de bi Wezîrê Bergiriyê yê Israîlê Israel Katz re ragehand, “Derengê şeva borî, me êrîşeke asmanî kir ser armancekê li nêzî Koçka Serokatiya Sûriyeyê li Şamê.”
Navbirî amaje jî da, “Ev ji bo rijêma Sûriyeyê peyameke ron e, em bi çi rengekî rêyê nadin ku hêzên Sûriyeyê li başûrê Şamê bên binecihkirin û metirsiyê li ser Dirûzan çê bikin.”
Artêşa Israîlê jî di beyannameyekê de ragehand, “Balafirên şerî li Şamê bi ser devera derdora Koçka Ehmed Hisên Şera de girtiye”, bê ku armanca wê diyar bike.
Ev cara duyê ye ku Israîl di dema du rojan de êrîş dike ser Sûriyeyê, piştî ku soz da bergiriyê ji Dirûzan bike.
Heta niha çi daxuyaniyeke rasterast ji aliyê desthilatdarên Sûriyeyê ve li ser wê êrîşê nehatiye dan.
Piştî nemana rijêma Esed li Sûriyeyê, Israîlê başûrê rojavayê Sûriyeyê kontirol kiriye û soz daye ku Dirûzan biparêze, herwesa piraniya çekên giran ên artêşa Sûriyeyê jî pûç kirine.