Rêveberiya Xweser dayikek û 4 zarokên wê radestî Almanyayê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Xweser pênc endamên malbateke DAIŞê yên ji regeza Almanî, radestî şandeke wî welatî kir.

Şandeyeke Almanî bi serokatiya Serokê Beşa Konsul û Karûbarên Yasayî ya Wezareta Derve ya Almanyayê, duh serdana Rojavayê Kurdistanê kir û bi Hevseroka Rêveberiya Têkiliyên Derve Gulistan Elî û endamê Desteya Rêveber Xalid Îbrahîm re civiya.

Rêveberiya Xweser pênc welatiyên Almanyayê yên ji malbatên çekdarên DAIŞê, radestî şanda Almanî kir.

Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan rewşa Sûriyeyê bi giştî, Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî û danûstandinên di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de gotûbêj kirin. Herwiha behsa astengiyên ku Rêveberiya Xweser yên ku ji parastina malbatên DAIŞê pê re rû bi rû dimîne jî kirin.

Jinek û çar zarokên ji malbatên DAIŞê radestî şandeya Almanî ya li Rojavayê Kurdistanê hatin kirin.