Hişkesalî bandorê li gola Wanê dike: Asta avê dadikeve

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gelek deverên Bakurê Kurdistanê, bi taybetî li herêma Wanê, kêmbûna rêjeya barîna berf û baranê û bilindbûna pileyên germê, bandoreke neyînî û cidî li ser asta ava Gola Wanê kiriye. Tê dîtin ku asta ava golê roj bi roj kêm dibe û metirsiya hişkesaliyê zêde dibe. Li hemberî vê rewşê, welatî û xwendekar ji bo kêmkirina bandorên neyînî yên hişkesaliyê, dest bi kampanyayên paqijkirina derdora golê kirine.
Li gorî agahiyan, îsal li çiya û zozanên derdora gola Wanê di werzên zivistan û biharê de bi têra xwe berf û baran nebarî. Pispor didin zanîn ku her çend li herêmê herî zêde baran di payîz û biharê de dibare jî, îsal di van her du werzan de jî baran kêm bûye.
Mamostayê Beşê Cografyayê li Zanîngeha Wanê Faruk Aladînoglu derbarê mijarê de wiha axivî: “Li gor lêkolîn û pîvandinên me yên 45 salan, par demsala payîzê pir kêm baran barî. Îsal meha Nîsanê baran barî, lê têr nekir. Derya Wanê piraniya ava xwe ji rûbarên derdor digire ku ew jî girêdayî berfê ne. Îsal berf di asta pêwîst de nebariye. Mixabin, germa havînê jî dê bandoreke neyînî li ava deryayê bike û asta avê zêdetir kêm bibe.”
Kampanyayên paqijkirinê dest pê kirin
Li gel kêmbûna avê û metirsiya hişkesaliyê, hewldanên ji bo parastina golê û jîngeha wê jî didomin. Bi beşdariya xwendekar û welatiyan, li qeraxên golê kampanya paqijkirinê hatine destpêkirin. Di kampanyayan de bang li welatiyan tê kirin ku di vê dema hesas a hişkesaliyê de av û derdora golê paqij bihêlin.
Welatiyê bi navê Bedir Berkay ku beşdarî kampanyayê bûye, got: “Wek welatiyek ez dixwazim jîngeha me, welatê me paqij be. Em beşdarî helmeta paqijkirina qeraxê Derya Wanê bûn. Spasiya wan kesan dikim ku ev helmet rêkxistine. Em dixwazin navçeya me, gola me, derdora me paqij be.”
Bandora li ser balindeyên koçber
Gola Wanê û gol, rûbar û zozanên derdora wê, ji biharê heta payîzê mêvandariya gelek cureyên balindeyên koçber dikin. Lê mixabin hişkesalî bandoreke neyînî li van qadan jî kiriye. Qeraxê gola Wanê li navçeya Edremîtê ku wek “Biheşta Balindeyan” tê naskirin, îsal bi metirsiya ziwabûnê re rûbirû ma. Lê bi hewlên Zanîngeha Wanê û Rêveberiya Parastina Jîngehê, ew avzêl ji metirsiya bi tevahî ziwabûnê hate rizgarkirin.