Sirri Sureyya Onder li Stenbolê bi merasîmekê hat oxirkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Termê Serokwekîlê Parlamentoya Tirkiyeyê û Endamê Şandeya Îmraliyê yê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder, îro 4ê Gulanê bi beşdariya bi hezaran kesan li Stenbolê bi merasîmeke girseyî hat oxirkirin.

Merasîma xatirxwestinê di demjimêr 10:00an de li Navenda Çandî ya Ataturk (AKM) li Stenbolê dest pê kir. Bi hezaran kes ku di nav de berpirsên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û partiyên din, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, rewşenbîr, hunermend, malbat û hezkiriyên Onder amade bûn.

Sirri Sureyya Onder roja 3ê Gulanê 2025an li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin, koça dawî kiribû. Onder di 15ê Nîsana îsal de ji ber krîza dil ji bo nexweşxaneyê hatibû rakirin û neştergerî jê re hatibû kirin. Ew 18 rojan di beşa lênêrîna hûr de mabû.

Sirri Sureyya Onder, di sala 1962an de li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê jidayik bûbû. Wî li Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê heta pola duyemîn xwendibû.

Di hilbijartinên dawî yên parlamentoê yên sala 2023an de, Onder wekî parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê hatibû hilbijartin û wek Serokwekîlê Meclisa Tirkiyeyê û Cîgirê Serokê Fraksiyona DEM Partiyê kar dikir.

Onder, wek endamekî Şandeya Îmraliyê, di pêvajoya çareseriyê ya salên 2013-2015an de roleke sereke lîstibû û di nav siyaseta Kurd û Tirkiyeyê de wek kesayetekî girîng ê diyalog û aştiyê dihat naskirin.

Ji bilî karê siyasî, Sirri Sureyya Onder di qada hunerê de jî kesayetekî çalak bû û di warên rojnamegerî, derhêneriya fîlman, senaryonivîsî û aktoriyê de jî xebatên hêja kiribûn.

 
Fly Erbil Advertisment