Konsulê Giştî yê Qeterê serdana Kurdistan24ê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Konsolê Giştî yê Qeterê li Herêma Kurdistanê Husên bin Elî û şandeyeke ji kompaniya satelaytê ya Es'hailSat, îro 4ê Gulanê serdana navenda Saziya Kurdistan24ê ya Lêkolîn û Ragehandinê kirin.
Konsolê Giştî yê Qeterê li Herêma Kurdistanê Husên bin Elî û şandeyeke ji kompaniya satelaytê ya Es'hailSat ji aliyê Rêveberê Giştî yê Saziya Kurdistan24 Ehmed Zawîteyî ve hat pêşwazîkirin.
Armanca serdana Konsolê Giştî yê Qeterê û şandeya şirketa Es'hailSat, pêşxistina hevkariyê di warê karê medyayî de di navbera Saziya Kurdistan24 û kompaniya navborî de ye.
Kompaniya Es'hailSat a ji bo satelaytan di sala 2010an de hatiye damezrandin û navenda wê ya sereke li Dohaya paytexta Qeterê ye. Ew di warê weşana qenalên televîzyonê de bi rêya satelaytê li seranserê cîhanê roleke girîng û bibandor dilîze.