HSDê mîrekî DAIŞ’ê li gundewarê Dêrazorê girt

Navenda Nûçeyan (K24) – Tîmên Operasyonên Taybet ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) mîrekî DAIŞê li gundewarê Dêrazorê girt.

Navenda Ragihandinê ya HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand, Tîmên Operasyonên Taybet (TOH) ên girêdayî HSD’ê bi hevkariya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî roja Înê operasyoneke taybet ji bo girtina serçeteyekî metirsîda ê DAIŞ’ê li gundewarê rojhilatê Dêrazorê pêk anî.

Diyar kir jî, terorîst Hemûd Ebdullah El-Xetîb “Ebî Zekeriya”  ku mîrê şaneyeke DAIŞê bû û di warê aborî de kar dikir hat girtin.

Li gorî daxuyaniyê, bi wî teroristî re gelek çek û kelûpelên leşkerî hatin desteserkirin.

Herêmên Dêrazorê û Hasekê, tevî têkçûna xîlafeta DAIŞê ya erdnîgarî di sala 2019an de, hîn jî çalakiyên şaneyên razayî yên DAIŞê lê tên kirin. 

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî, bi berdewamî operasyonan li dijî van şaneyan dikin, da ku rê li ber vejîna DAIŞê bigirin û ewlehiya herêmê misoger bikin. 

 
Fly Erbil Advertisment