Israîlê pilana veguhastinê ya şêniyên Xezzeyê pejirand
Navenda Nûçeyan (K24) - Civata Wezîrên Israîlê bi piraniya dengan biryara mana artêşa xwe li kertê Xezzeyê û bicihanîna pilana veguhastinê ya şêniyên wî kertî pejirand, herwesa biryar e bi çend welatan re ji bo wergirtina Filistîniyan danûstandinan bike.
Ajansa Reutersê îro (Duşem, 05.05.2025) ji zarê berpirsekî Israîlê parve kir, “Di rûniştina Civata Wezîran de biryara berfirehkirina operasyonên serbazî hatiye dan, ji bo ku bi temamî kertê Xezzeyê kontirol bikin.”
Her di wê pilanê de ku bi dengên piraniyê hatiye pejirandin, veguhastina şêniyên Xezzeyê ber bi başûrê wî kertî û zêdekirina êrîşan ji bo çekdarên Hemasê vedigire.
Li dû gotina wî berpirsî, her di wê rûniştina Civata Wezîran de, Benjamin Netanyahu gotiye: Ev pilan dibe armancek ji bo rizgarkirina revandiyan û pûçkirina temametiya Hemasê.
Wî berpirsî herwesa amaje daye, “Israîl ji bo biserxistina pilana Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo veguhastina Filistîniyan ji wî kertî kar dike.”
Netanyahu eşkere jî kir ku, li paşerojeke nêzîk bi çend welatan re danûstandinan dikin, ji bo ku pêşwaziya wergirtina şêniyên Xezzeyê bikin.
Herwesa Desteya Giştî ya Medyaya Israîlê parve kiriye, “Di rûniştina îro ya Civata Wezîrên Israîlê de, bi serokatiya Benjamin Netanyahu, biryar li ser berfirehkirina operasyonên serbazî li kertê Xezzeyê hatiye dan, ku ew pilan pêngav pêngav tê bicihanîn.”