Hunermend Seîd Gabarî li Hewlêrê hat bibîranîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi boneya pêncemîn salvegera koça dawî ya hunermendê navdar ê Kurd Seîd Gabarî, li bajarê Hewlêrê merasîmeke bibîranînê û rêzgirtinê hate lidarxistin. Merasîm ji aliyê Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve hatibû organîzekirin.

Pênc sal di ser koça dawî ya hunermendê mezin û navdar ê Kurd, Seîd Gabarî re derbas dibin. Gabarî, di 4ê Tebaxa sala 2020an de li bajarê Hewlêrê, piştî têkoşîneke li dijî nexweşiyê, di temenê 64 saliyê de koça dawî kiribû.

Seîd Gabarî, ku bi eslê xwe ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ye, yek ji stûnên herî girîng ên muzîka Kurdî ya nûjen tê dîtin. Tevî ku di temenekî biçûk de ronahiya çavên xwe ji dest dabû, wî bi dengê xwe yê zîz û hunera xwe ya bêhempa ya li ser tembûrê, karî di dilê bi milyonan Kurdî de cihekî taybet ava bike.

Stranên Seîd Gabarî, yên ku têkeliyeke ji folklor, evînî û niştimanperweriyê bûn, li her çar parçeyên Kurdistanê û di nav Kurdên dîasporayê de bi coşeke mezin dihatin guhdarîkirin. Ew bi taybetî di şahî, dawet û ahengan de bû dengekî serekî û bi sedan stran û kasêt li pey xwe hiştin.

Seîd Gabarî Kesayetiya niştîmanî û rewşenbîrî ye xwedî taybetmendiyeke cuda bû, ne bi tenê hunermendekî kurd bi hunera xwe dihat naskirin, û girêdayî bi doza gelê xwe bû, lê belê tevlî rewşa xwe ya tendirustî xebatkarek ji xebatkarên şoreşa Gulanê di nav refên Pêşmergeyên Kurdistanê de cihê xwe digirt, di nav mediyaya Pêşmerge de kar û xebat dikir, karê siyasî û hişyarkirinê jî kiriye.

Gabarî ne tenê hunermendek bû, lê di heman demê de sembola îrade û têkoşînê bû. Wî îsbat kir ku kêmasiyên fizîkî nikarin bibin asteng li pêşiya xeyal û hunerê.

 
Fly Erbil Advertisment