Mesrûr Barzanî: METEX 2025 gaveke pir baş e ji bo pêşxistina sektora geştiyariyê
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 6ê Gulanê di merasîmekê de li Hewlêrê, Sêyemîn Pêşangeha Geştyariyê ya Rojhilata Navîn (METEX 2025) vekir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasîmê de gotarek pêşkêş kir û tê de bixêrhatina hemû beşdarên hêja, bi taybetî dîplomat, nûnerên konsulxaneyan, nûnerên kompanyayên biyanî û yên navxweyî kir.
Serokwezîr Barzanî kêfxweşiya xwe bi beşdariya di vekirina pêşangehê de anî ziman û got: “Ez kêfxweş im ku îro ligel we me di vekirina Pêşangeha sêyemîn a METEX ji bo geştyariyê li bajarê Hewlêrê. Bêguman ev yek gaveke pir baş e ji bo pêşxistina kerta geştyariyê.”
Serokwezîr herwiha tekez kir, pêşxistina kerta geştyariyê beşek ji rojev û siyaseta Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ji bo geşepêdan û bihêzkirina aboriya Kurdistanê û got: “Ne veşartî ye ku beşek ji rojev û siyaseta Hikûmeta Herêmê, ji bo geşepêdan û pêşxistina aboriya Kurdistanê, giringîdan û geşkirina kerta taybet a geştyariyê û kerta giştî ye. Bi giştî divê hem hikûmet û hem jî kerta taybet bi hev re girîngiyê bidin pêşxistina kerta geştyariyê.”
Mesrûr Barzanî destnîşan kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewlên mezin dide ji bo pêşkêşkirina asankariyan û piştgiriya pêşxistina vê kertê da ku çavkaniyên dahatê li Herêma Kurdistanê cihêreng bibin. Herwiha got: “Me di vê demê de hewleke mezin daye ku em asankariyan bikin û hikûmet jî bibe alîkar da ku ev kert were pêşxistin, ji bo ku çavkaniyên dahatê li Herêma Kurdistanê cihêreng bibin û em girîngiyê bidin wan kertên ku alîkariya geşepêdana aboriya Herêma Kurdistanê dikin û piştevaniya wan bikin.”
Serokwezîr Barzanî di beşeke din a gotara xwe de bal kişand ser dewlemendiya Herêma Kurdistanê ji aliyê dîrok, çand, pêkvejiyana olî û neteweyî û xweşikiya xwezayê ve û got: "Divê hewl were dayîn ku xizmetguzariyên zêdetir jî bêne afirandin da ku xelk, çi li navxwe û çi li derveyî Herêma Kurdistanê, bikaribin sûdê ji vê kertê werbigirin.”
Herwiha bal kişand ser armanca kişandina geştyarên biyanî bo Herêma Kurdistanê û got: "Em dixwazin ji bilî ku xelkê me serdana navçeyên geştyarî yên cîhanê dike, hewleke cidî jî were dayîn ji bo anîna geştyarên biyanî bo Herêma Kurdistanê. Berê hemû hewla me ew bû ku em şonas û nasnameya neteweyî û niştimanî ya Kurdistanê bi derve bidin nasandin, lê me zêdetir behsa wan karesatên ku bi ser neteweya me de hatine û qonaxên dijwar ên ku em tê de derbas bûne, kiriye. Lê em dibînin ku Kurdistan gelek tiştên zêdetir hene ku bikare nîşanî cîhanê bide û xelk ji derveyî Herêma Kurdistanê werin û Kurdistanê bibînin ku hem ji aliyê cografî ve çiqas cihên balkêş, xweşik û dilrakêş hene û hem jî hînî dîroka Kurdistanê bibin ku em di çi qonaxan re derbas bûne. Bêguman Kurdistan herêmeke ku gelek desthilatdarî û hikûmranî tê de bûne û derbas bûne."
Serokwezîr Barzanî girîngiya çanda pêkvejiyanê li Kurdistanê jî destnîşan kir: "Ji aliyekî din ve, ev çanda xweş a ku li Kurdistanê heye, pêkvejiyana olî û neteweyî ya ku mînaka wê nîne, tiştek e ku divê em li Kurdistanê zêdetir nîşanî xelkê bidin."
Serokwezîr Mesrûr Barzanî careke din tekezî li ser girîngiya kerta geştyariyê kir û got: "Yek ji wan sedemên ku dibin alîkar, yek ji wan mijarên ku dibin alîkar, ji bo ku em bikaribin Kurdistanê zêdetir bi cîhanê bidin nasandin, ew e ku em girîngiyê bidin kerta geştyariyê da ku xelkeke zêdetir were, hem serdana me bike û hem jî tevlî xelkê Kurdistanê bibe û zêdetir haydarî navçe û deverên cuda yên Kurdistanê bibe."
Serokwezîr Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de li ser aliyên cihêreng ên pêşxistina kerta geştyariyê rawestiya û got: "Em dixwazin ji çend aliyan ve girîngiyê bidin pêşxistina kerta geştyariyê. Ji aliyê cografî ve, her herêmeke Kurdistanê xwedî taybetmendiyên xwe ye. Em dixwazin girîngiyê bidin her herêmekê û ew xweşikiya xwezayî ya ku li deverên cuda yên Kurdistanê heye, derxin pêş."
Wî herwiha bal kişand ser girîngiya dîrokê û got: "Em dixwazin girîngiyê bidin dîroka Kurdistanê. Yek ji wan mînakan Kelaya Hewlêrê ye, ku yek ji kevintirîn bajarên cîhanê ye, û bi taybetî Kelaya Hewlêrê şeş hezar sal berî zayînê jiyan tê de berdewam bûye heta îro. Li derdora qelayê jî gelek cihên din ên dîrokî hefte bi hefte û meh bi meh tên dîtin. Her sal em dibînin ku li Kurdistanê cihên cuda yên dîrokî tên keşfkirin. Ev hemû dikarin bibin beşek ji pêşxistina kerta geştyariyê. Lewma, girîngîdana bi dîroka herêma xwe, avedankirin û nûjenkirina wan cihên dîrokî, ev hemû dê bibin alîkar ji bo pêşxistina kerta geştyariyê."
Derbarê xizmetguzariyan de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha axivî: "Ji aliyekî din ve, pêşxistina sîstema xizmetguzariyê, çi xizmetguzariya pizîşkî be, çi xizmetguzariya wan geştyarên ku ji bo kêfwergirtina ji xwezayê û derbaskirina dema xwe tên Kurdistanê be, em ê girîngiyê bidin van beşan jî da ku em bikaribin bi rûyekî xweş pêşwaziya wan kesên ku tên Herêma Kurdistanê bikin û ew xizmetguzariyên ku hêjayî wan kesan in ku serdana me dikin, pêşkêşî wan bikin."
herwiha li ser mêvanperweriya Kurdan jî sekinî û got: "Kurdistan bi mêvandariya xwe navdar e. Em dixwazin vê mêvanperweriyê bi awayekî modern jî di xwaringeh, otêl û cihên xwe yên geştyarî de nîşanî dost û hevalên xwe bidin ku tên û serdana Kurdistanê dikin."
Serokwezîr Mesrûr Barzanî behsa projeyên hikûmetê jî kir: "Gelek projeyên girîng wek hikûmet li ber dest in, ku ev proje dikarin bibin amûrek ji bo pêşxistina gelek projeyên hevşêwe li derdora projeyên giştî ji bo pêşxistina kerta geştyariyê. Beşeke girîng a van projeyan ber bi cîbicîkirinê ve diçe û bername ji bo wan hatiye danîn, ji Zaxoyê bigire heta Helebceyê. Li hemû cihan bernameya hikûmetê heye ji bo pêşxistina vê kertê. Wek min got, her cihek xwedî taybetmendiya xwe ye û em dixwazin girîngiyê bidin hemû herêmên Kurdistanê, da ku dema kesek serdana bajarekî an bajarokekî Kurdistanê dike, ji bo mijareke din jî biçe serdana bajarekî din ê Kurdistanê."
Di dawiyê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: "Cudahiya Kurdistanê di wê yekê de ye ku xwezayeke pir cihêreng heye, lê dilê her Kurdistaniyekî fireh û mêvanperwer e. Lewma, tiştekî hevpar li hemû Kurdistanê tê dîtin ku geştyar hest bi aramî û asûdehiyê dike. Ji bilî ku em girîngiyê didin kerta geştyariyê ji bo anîna xelkê ji derveyî Herêma Kurdistanê, bêguman ev yek dê derfetên kar jî li Herêma Kurdistanê zêdetir bike û dê bike ku gelek kes di kerta taybet de bibin xwedî pîşe û karê xwe. Gelek kesên ku dibe heta niha karê wan tune be, bi saya pêşxistina kerta geştyariyê, dê derfetên kar ên zêdetir ji bo wan peyda bibin û Kurdistana me dê roj bi roj gavên pêşketîtir ber bi pêşveçûn û geşbûnê ve bavêje."