Balyozê Rûsyayê li Enqereyê: Parvekirin li Sûriyeyê heye û dibe ku zêdetir jî bibe

Alexei Yerkhov
Alexei Yerkhov

Navenda Nûçeyan (K24) - Balyozê Rûsyayê li Enqereyê ragehand, “Niha parvekirineke ron li Sûriyeyê heye û dibe ku ew parvekirin zêdetir jî bibe.”

Balyozê Rûsyayê li Enqereya paytexta Tirkiyeyê Alexei Yerkhov ragehand, “Rûdanên vê dawiyê diyar kiriye ku yekparçeyîya axa Sûriyeyê di metirsiyê de ye, Rûsya jî amade ye hemî alîkariyan pêxemetî seqamgiriya wî welatî pêşkêş bike.”

Alexei Yerkhov herwesa got, “Alozî di serederiya pêkhate û taîfeyên Sûriyeyê li gel hev de heye, herwesa Israîlê jî pareke axa wî welatî kontirol kiriye. Niha parvekirineke ron li Sûriyeyê heye û dibe ku ev parvekirin zêde jî bibe.”

Ev di demekê de ye ku di çend rojên borî de, balafirên şerî yên Israîlê cihek li nêzî Koçka Serokatiya Sûriyeyê bombebaran kir.

Serokatiya Komara Sûriyeyê piştî wê êrîşê di ragehandinekê de daxwaz ji Civaka Navdewletî û welatên endamên Komkara Erebî kir ku, piştevaniya wî welatî di berhingarbûna wê êrîşa Israîlê de bikin û wekî binpêkirina qanûn û lihevkirinên navdewletî binav kir.

Ew êrşa Israîlê piştî wê yekê hat kirin ku, li başûrê Şamê şer di navbera Dirûzan û komên çekdar de rû da û bi kêmî ve 20 endamên ewlehiya Sûriyeyê hatin kuştin.

Ew şer piştî wê yekê çê bû ku li roja 28ê Nîsanê li yek ji zanîngehên Himsê şeredev di navbera xwendekaran de çê bû û bi awayekî taîfî li hev xist. Kesekî dengek tomar kiriye û bêrêzî bi pêxemberê Îslamê kiriye û wesa belav kiriye ku xwediyê wî dengî Dirûz e.