Hikûmeta Filistînê rewşa birçîtiyê li kertê Xezzeyê ragehand

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Filistînê îro ji bo cara yekê kertê Xezzeyê wekî devera birçî ragehand.
Serokwezîrê Filistînê Mihemed Mistefa îro (Çarşem, 07.05.2025) di konferanseke rojnamevanî de di derheqa têkçûna rewşa mirovî li kertê Xezzeyê de, daxwaz ji Neteweyên Yekgirtî kir ku rasterast mîkanîzmên xwe çalak bikin û wekî devereke birçî serederiyê bi kertê Xezzeyê re bikin.
Serokwezîrê Filistînê di wê kongireya rojnamevanî de daxwaz ji Civaka Navdewletî kir ku biryarnameyên Neteweyên Yekgirtî bi cih bîne, ku birçîkirinê wekî çekê şerî qedexe dike.
Navbirî herwesa daxwaz kir ku, hemî welatên endamên Neteweyên Yekgirtî jî li dû pabendbûna xwe û qanûnên mirovî yên navdewletî rêkarên bilez bi cih bînin û itîrafê bi karesat û birçîbûnê bikin.
Mihemed Mistefa tekez jî kir, “Hikûmeta Filistînê li ser karkirina ji bo rûbirûbûna kiryarên dijminkarane û birçîkirinê li dijî gelê me berdewam dibe, herwesa bi Civaka Navdewletî re jî ji bo rizgarkirina jiyana welatiyên me û gehiştina sedemên vejandin û avedankirinê kar dike.”