Kela Hewlêrê îşev tê ronkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Kela Hewlêrê îşev tê ronkirin û li gorî masterplana nûjenkirina wê kelê, kar ji bo wê yekê hatiye kirin ku di paşerojê de çend malbat vegerin nav wê kelê.
Serokê Komîsyona Bilind a Vejîna Kela Hewlêrê Felah Hesen îro (Pêncşem, 08.05.2025) ragehand, "Piştî karekê zêde, bi piştgiriya Xudê û bi destên endezyar û karkerên karkerên Kurdistanî û hevahengiya komisyona me, em îşev zêdeetirî nîva xanîyên li ber lêva Kela Hewlêrê wekî ceribandinek ron dikin.”
Li gorî zanyarên Malpera Kurdistan24ê, pêvajoya nûjenkirina Kela Hewlêrê ji gelek qonaxan derbaz bûye, lê heta niha karên wê nehatine bidawîanîn. Li gorî masterplana nûjenkirina wê kelê, kar ji bo yekê hatiye kirin ku li paşerojê çend malbat vegerin nav kelê û li wê derê bijîn.
Ev çend sal in ku nûjenkirina Kela Hewlêrê berdewam e û piraniya karên wê hatine temamkirin û Mizgefta Mezin û çend tax û cihên din hatine nûjenkirin.
Kela Hewlêrê yek ji cihên şaristanî yên herî berçav ên Hewlêrê ye, ku xwediya wî şêwazê mîmarî û karektereke mîmariyê ya girîng e û bi dirêjahiya zêdetirî şeş hezar salan heta îro jiyan tê de berdewam e, lewma em dikarin wê bikin yek ji kevintirîn cihên akincîbûnê li ser astê cîhanê.
Belgenameyên dîrokî amajeyê didin ku hebûna Somerî, Ekedî, Babilî, Aşûrî, Faris, Yewnanî, Îslamî û Osmaniyan di demên borî de.
Li gorî belgenameyên dîrokî, ev keleh li ser girêkî ye ku 28-32 metran ji rûyê erdî bilindtir e, bajarkekî bi şêweyê hêkan e, nîvtîreya wê li ser dirêjiyê 430 metr e, li ser kurtiyê jî 340 metr e.
Pêkhateya wê ya şaristanî ji toreke aloz û kolanên tengeber û zirav ên peyayan pêk tê, herwesa xaniyên kevneşopî yên bi hewşên vekirî jî tê de hene.
Di nav Kela Hewlêrê de, gelek koçk, tekya, xaniyên kevneşopî, avahiyên giştî, serşok, mizgeft û xaniyên mezin hene. Ji bilî wê yekê jî, sê taxên mezin hene, ew jî tevî sera û tekya û topxane û şûrha wê yek ji taybetmendiyên herî taybet ên kelê ye, ku ji aliyê hêzê ve gelek mukom e. Ev dîwarê derve yê kelê bi awayekî bazineyî li dora kelê dizivire, ku dîmenekî xweşik û bêhempa dide kelê.

