Xezze.. Teqîna bombeyeke çandî heft serbaz û du efserên Israîlî birîndar kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Israîlê îro (Şemî, 10.05.2025) ragehand, “Ji ber teqîna bombeyeke çandî li bakurê kertê Xezzeyê, neh serbaz birîndar bûn.”
Medyayên Îsraîlî parve kiriye ku di nav wan neh serbazên Îsraîlî de, yên ku di wê teqînê de birîndar bûne, Fermandarê Fewca 6310ê û cîgirê wî li Lîwaya 252ê hene, ku yek ji wan bi pileya eqîd û yê din jî bi pileya muqedem bû.
Her îro malperên Îsraîlî behsa bûyereke ewlehiyê ya giran kiriye ku li taxa Şucaiyeyê ya Xezzeyê ji aliyê çekdarên Hamasê ve hatiye kirin amaje jî da ku, balafirên Îsraîlî mijûlî veguhastina birîndarên wê rûdanê ne.
Malperên Îsraîlî ron jî kir, helîkopterên Îsraîlî hejmareke serbazên birîndar veguheztiye nexweşxaneya Tel Heşomîrê li nîva Îsraîlê.
Herwesa rasterast bi mûşekek dijî-tank êrîşî ser timbêleke leşkerî ya Îsraîlê jî hat kirin û di encamê de hejmareke qurbaniyan heye.