Şahê Behreynê piştgiriya xwe ji bo Ehmed Şera nîşan da

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehemd Şera ji bo gotûbêjkirina hevahengî û pêşxistina têkiliyên dualî di warên bazirganî, enerjî, tenduristî û perwerdeyê de, serdana Behreynê kir.

Ajansa nûçeyan a Behrêynê ragihand, Şahê Behreynê Hamid bin Îsa Xelîfe roja 10ê Gulanê pêşwazî li Serokê nû yê Sûriyeyê Ehmed Şera kir.

Li gorî ajansê, her du aliyan behsa têkiliyên dualî, xurtkirina hevahengiyê û pêşketinên li navçeyên kirin. Şahê Behreynê jî piştgiriya xwe ji bo Sûriyeyeke aram nîşan da.

Wezîrê Derve yê Behreynê Ebdulletîf bin Reşîd el-Zeyyanî di konferansa rojnamevanî ya hevbeş de bi Serokê Sûriyê re got, wan gotûbêj li ser hevahengiya dualî û pêşxistina têkiliyan di warên bazirganî, enerjî, tenduristî û perwerdeyê de kirine.

Piştî hilweşîna rejîma Beşar Esed, Şahê Behrêynê nameyek ji Ehmed Şera re şand û got ku Behrêyn amade ye ku hevahengiyê bi Sûriyeyê re bidomîne.

 
Fly Erbil Advertisment