Araqçî: Em Hêvîdar in danûstandinên îro yên bi Amerîkayê re bigihîje xaleke diyarker

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Araqçî îro 11ê Gulanê ragihand, ew hêvî dike gera çaremîn a danûstandinên atomî yên bi Amerîkayê re bigihîje "xaleke diyarker".
Ajansa France Pressê belav kir, Abbas Araqçî beriya ku berê xwe bide Mesqetê ku danûstandin lê birêve diçin, got: “Vê sibehê li Tehranê me zêdetir gotûbêj û şêwirîn kirin. Em hêvîdar in ku di vê gera danûstandinan de em bigihîjin xaleke diyarker.”
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî ragihand, Wezîrê Derve yê Îranê îro Yekşemê ji bo beşdarbûna di danûstandinan de berê xwe da Mesqetê.
Beqayî herwiha destnîşan kir, danûstandin dê nîvro li gorî dema Omanê dest pê bikin û got: “Tîmeke teknîkî li Mesqetê ye ji bo pêşkêşkirina şêwirmendiya pêwîst.”
Ev gera danûstandinan, bi navbeynkariya Omanê, piştî sê gerên berê yên danûstandinên neyekser tê. Gera yekem di 12ê Nîsanê de li Mesqetê, ya duyem di 19ê Nîsanê de li Romayê û ya sêyem jî di 26ê Nîsanê de dîsa li Mesqetê birêve çûbûn.
Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî û Nûnerê Taybet ê Donald Trump ji bo Rojhilata Navîn Steve Witkoff serkêşiya danûstandinan dikin. Herwiha, Bedir Buseîdî, Wezîrê Derve yê Omanê jî wek navbeynkar pêvajoyê birêve dibe.