Trump ji Qeterê: Em derfetê didin Serokê Sûriyeyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump îro 15ê Gulana 2025an, di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Rojhilata Navîn de, li Qeterê di konferanseke rojnamevanî de axivî. Trump behsa rakirina cezayan û peymanên mezin ên bazirganiyê kir û li ser Îranê jî daxuyanî dan.

"Em Derfetê Didinê Serokê nû yê Sûriyeyê"

Donald Trump di konferansê de got: "Me cezayên li ser Sûriyê rakirin û min serokê nû yê welat dît, rabirdûyeke wî ya bihêz heye; gelek bi dilê min bû, ez bawer dikim ew ê bibe nûnererekî bêhempa, em ê derfeta rûbirûbûna kêşeyan bidin wî."

Trump herwiha got ku ew derfetê didin Serokê Sûriyê ji bo rûbirûbûna kêşeyan û ew wek "serkirdeyekî bêhempa" bi nav kir.

Trump: Me mzintirîn peymanên bazirganiyê kirine

Derbarê hevdîtin û peymanên ligel Cînişînê Siûdî de, Donald Trump got: "Ez bi hevdîtina xwe ya ligel Cînişînê Siûdî kêfxweş bûm, ew kesekî bihêz e. Li Siûdiyê sermayedarên mezin li dora me bûn. Nûnerên kompanyayên Boeing û General Electric baştirîn firokeyan li cîhanê çêdikin, derfetên wan ên baştirîn ên veberhênanê li herêmê hene û karên bêhempa dikin."

Herwiha got: "Ez pêşbînî dikim ku ew ê li ser baştirkirina motorên firokeyan bixebitin."

Nûnerê Kompaniya General Electric Larry Culp, ku li kêleka Donald Trump rûniştibû, got: "Di dîroka kompaniya me de heta niha me zêdetirî 400 firoke çêkirine, em ê nifşeke nû ya firokeyan jî çêbikin. Em dixwazin di motorên firokeyan de veberhênanê bikin û asta veberhênanê di vî warî de bigihînin 75 milyar dolarî."

Nûnerê Kompaniya Boeing Kelly Ortberg ku ligel Donald Trump serdana Rojhilata Navîn kiriye, got: "Ji bo me şanaziyek e ku em nûneratiya Amerîkayê bikin ji bo veberhênanê di sektora çêkirina firokeyan de. Em kêfxweş in ku ji aliyê welatê Qeterê ve hatine hilbijartin ji bo xebata li ser çêkirina firokeyên cureyê Boeing."

Piştre, Donald Trump got: "Me mezintirîn peymanên bazirganiyê kirine ku di dîrokê de neqewimîne, bi taybetî di çêkirina herdu firokeyên Boeing û firokeyên şerker de. Berê ti peymaneke wiha nehatibû encamdan, ez bawer dikim peyman gihiştine 910 milyar dolarî."

Herwiha got: "Firokeyên me yên gelek baş hene û em gelek jê difiroşin. Rêveberiya berê ya Amerîkayê rêz li herêmê nedigirt, em jî rêzeke mezin li herêmê û Cînişîn digirin, ew ji mêj ve hevalê min e. Mîr kesên gelek bêhempa ne, Îmarat jî serkirdeyên wan ên gelek bêhempa û dewlemend hene, ji ber vê yekê karên gelek baş dikin."

Trump: Divê Çekê Îranê yê atomî nebe

Derbarê Îranê de, Donald Trump got: "Îran welatekî mezin e, lê divê çekê wan ê atomî nebe. Du bijarde li pêşiya wan in, bijardeya aştî û bijardeya tundûtûjiyê. Em daxwaz dikin ku bijardeya duyem nehilbijêrin. Ez li bendê me bibînim ka dê çi biqewime. Danûstandinên me yên baş ligel Îranê hene da ku aştî pêk bê, ji bo Îranê jî ew peyman dê gelek baş be." 

Herwiha got: "Gefên Îranê gelek nêzîkî we ne, wekî ku mirov kevirekî ji nêz ve biavêje. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê herêmê diparêze, baweriya me bi aştiyê bi rêya hêzê heye."

Donald Trump herwiha got: "Îran dronên gelek baş bi 33 hezar dolarî çêdike û di vî warî de pereyeke kêm xerc dike."

 
 
Fly Erbil Advertisment