Axios: Birêveberiya Trump pêşniyarek li ser peymana atomî pêşkêşî Îranê kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) - Ajansa Axiosê ya Nûçeyan radigehîne ku, birêveberiya Trump di gera dawiyê ya danûstandinên Amerîka û Îranê de, pêşniyareke nivîskî li ser lihevkirina atomî pêşkêşî Îranê kiriye.
Ajansa Axiosê ya Nûçeyan îro (Pêncşem, 15ê Gulana 2025ê) ji zarê berpirsekî Amerîkayî û çavkaniyeke haydar got ku, birêveberiya Trump di gera dawiyê ya danûstandinên di navbera Amerîka û Îranê de pêşniyareke nivîskî li ser lihevkirina atomî pêşkêşî Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî kiriye.
Wî berpirsê Amerîkayî amaje jî da ku, Ebas Iraqçî ew pêşniyara nivîskî pêşkêşî birêveberiya Îranê kiriye û wan nîqaş li ser wê kiriye.
Herwesa çavkaniyeke ji danûstandinên her du welatan haydar ji ajansa Reutersê re ragehand ku, di danûstandinên navbera her du welatan de hîn jî valahî hene ku pêdivî ye bên pirkirin.
Şêwirmendê Xameneyî Elî Şemxanî jî di çavpêkeftinekê de ji MBC Newsê re got ku, welatê wî amade ye di berdêla rakirina dorpêçan de dev ji embarên xwe yên uranyûmê berde.
Serokê Amerîkayê Donald Trump duhî (Çarşem, 14.05.2025) di hevdîtina xwe û Mîrê Qeterê Temîm bin Hemed al-Sanî de got, “Di danûstandinên berdewam ên di navbera Amerîka û Îranê de pêşketin hebûye û heta radeyekî zêde em bi şertên lihevkirinê razî bûne.”
Serokê Amerîkayê amaje jî da ku, ew dê di demek nêzîk de bi Îranê re li ser bernameya wê ya navokî lihev bikin.