Şeybanî ji Bexdayê ve: Sûriye bi nêrîneke nû vedigere Komkara Erebî

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Sûriyê Es'ed Şeybanî, ragihand, Îsraîl bi êrîşkirina ser Sûriyeyê, yasaya navdewletî binpê dike. Şeybanî herwiha spasiya Iraqê kir ji bo pêşwaziya germ û got, "Em daxwaza piştgiriyê ji bo gelê Sûriyeyê û yekparçebûna axa wê dikin. "
Şêybanî ku li şûna Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera, îro 17ê Gulanê beşdarî Lûtkeya Erebî ya li Bexdayê bû, di gotara xwe de tekez kir, Sûriye dê pabendî kontrolkirina sînorê Golanê bibe û got: "Em li benda welatên Erebî ne ku li hember binpêkirinên Îsraîlê helwesta wan hebe."
Derbarê beşdarbûna wan di Lûtkeya Erebî ya Bexdayê de, Wezîrê Derve yê Sûriyeyê diyar kir, kombûna wan a li Bexdayê "derfeteke dîrokî ye ji bo nûkirina soza lihevkirin û yekrêziya di navbera me de."
Şeybanî herwiha pêşwazî li biryara Amerîkayê ya rakirina cezayên li ser Sûriyeyê kir û got: "Em agahdar bûn ku herkesî ew biryar bi erênî binav kiriye."
Veger û nêrîna nû ya Sûriyeyê
Şeybanî da zanîn, Sûriye piştî salên wêranî û dubendiyê, bi nêrîneke nû ya ku li ser yekîtiya niştimanî û rêveberiyeke berfireh hatiye damezrandin, vedigere Komkara Welatên Erebî.
Herwiha got: "Sûriyê dest bi pêvajoyeke rastîn a başbûna niştimanî kiriye, ji ber baweriya ku Sûriye ji bo hemû Sûriyan e. Cih ji bo paşguhxistin û dûrxistinê nîne. Me dest bi avakirina hikûmeteke ku nûnertiya hemûyan dike û diyalogeke niştimanî ya berfireh kiriye û em xwe ji bo parlemaneke nû û destûreke mayînde amade dikin."
Wezîrê Derve yê Sûriyê herwiha anî ziman, gelê Sûriyeyê "bedêleke giran dide ji ber destêwerdanên derve û şerê navxweyî," û tekez kir jî, "Sûriye dê nebe meydana wekaletê û dê wesayeta ti aliyekî qebûl neke."
Pêşwazîkirina Rakirina Cezayan
Şeybanî biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a rakirina cezayên li ser Sûriyeyê wek "gaveke girîng ber bi başbûna niştimanî û jinûveavakirinê ve" bi nav kir.
Herwiha got, "Me bi geşbîniyeke mezin li ragihandina Serok Trump a rakirina cezayan temaşe kir," û spasiya Erebistana Siûdî û Tirkiyê kir ji bo navbeynkariya wan û spasiya Qeter, Îmarat, Urdun û hemû welatên Erebî kir ku di demên herî dijwar de li kêleka Sûriyeyê sekinîne.
Lêbelê, Şeybanî destnîşan kir, "rakirina cezayan ne dawiya rê ye, belkî destpêka rêyekê ye ber bi hevkariyeke Erebî ya bi wate, ji bo pêkanîna geşepêdana herêmî û parastina ewlehiya Erebî ya giştî."