Diyarbekir: Heta gavên yasayî nayên avêtin bawerî nava civakê de peyda nabe
Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê civînek derbarê çareseriya pirsa kurd û rewşa dawî ya pêvajoyê de hat amajekirin ku bi destureke nû ya ku tê de xala pênaseya welatîbûnê were guherîn û astengiyên pêşiya perwerdehiya bi zimanê kurdî were rakirin çareseriya pirsa kurd pêkan e.
Li Diyarbekirê ji aliyê Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê ve civînek bi navê “Di avakirina aştiyê de rola qanunê” hat li darxistin. Di civînê de nêrîna akademisyen siyasetmedar û lêkolîneran hat wergirtin û hat amajekirin ku di pêvajoya niha dimeşe de bendewarî ew e k udi warê yasayî de gav werin avêtin û heta di warê yasayî de gav neyên avêtin hem pêvajo şênber nabe û hem jî dê şike ser pêvajoyê berdewam bin.
Cîgirê Serokê Navenda Lêkolînên Civakî Ya Dîcleyê (DÎTAM) Sedat Yurttaş ji K24ê re got: “Hem di nava lêkoleran de hem jî nava akademîsyenan de nêrîn ew e ku heta di warê hiquqî de gav neyên avêtin bawerî jî peyda nabe. Ji ber wê me xwest ku îro em nêrînên kesên pispor bistînin ku hem di qada hiquqî de kîjan gav pêkan in û hem jî bizanin di mînakên pirsgirêkên wisa yên cîhanê de çi hatine kirin.”
Akademîsyenan jî bal kêşandin ku bi guherîna pênasekirina welatîbunê ya di desturê de pêkan e ku dîwarek mezin ê pêşiya çareseriya pirsa kurd ji holê rabe û rayedarên dewletê û siyasetmedar jî daxuyaniyên ku nîşaneya vê yekê ne didin.
Akademîsyenê Zankoya Dîcle yê Beşa Hiquqa Desturî Profesor Fazil Husnu Erdem dibêje: “Di sala 2007an de Ak Partiyê ji me xwestibu ku em desturek bibe mînak amade bikin. Wê demê me welatîbun wisa pênase kiribu: “Hemu kesên welatiyê komara Tirkiyeyê ne dikarin bi awayeke wekhev ji maf û azadiyan sudê werbigrin.” Ango behsa ti neteweyan nedihat kirin. Birêz Dewlet Bahçelî jî niha nêzîkî vê pênaseyê ye. Di xala 42yê de jî perwerdehiya bi zimanê zikmakî hatiye qedexekirin. Eger beşek ji vê xalê were guherîn dê qedexeya pêşiya perwerdehiya bi zimanê kurdî de jî ji holê rabe. Parlemento dikare vê yekê bike.”
Lêkoler û akademisyen balê dikêşin ku hem serkeftina pêvajoyê hem jî çareseriya pirsa kurd bi wê yekê pêkan e ku destura nu de kurd jî xwe bibînin, ji ber wê bang li raya giştî ya kurd tê kirin ku di warê hiquqî de daxwazên xwe bilind bikin.